المجلس الوطني الكوردي في سوريا

şandek ji rêxistina Qamişlo û ya Tirbespiyê ya PDK-Sê beşdarî konê sersaxiya Mamoste Ednan Beşîr Remedan kirin ..

0 63

Di roja pêncşema bûrî de “8” ê, cotmeha “2020 ” an, şandek ji rêxistina Qamişlo û rêxistina Tirbespiyê ya PDK-S

beşdarî sersaxiya koça dawî ya Mamoste Ednan Beşîr Remedan “, endamê komîta Herêmî ya PDK-S ê , kirin, li gundê Dêrna Qulinga, yê bi ser devera Aliyan ve.

Û herwiha ev şand ji serkirdayet û endamên PDK-sê  pêk hat.

Û di vê derbarê de gotina PDK-sê ji aliyê M,”Mihemed Ismaîl ” , ve , endamê ofîsa siyasî û berpirsê rêveberî yê PDK-Sê. hat gotin , û têde rola xebatkar” Ednan Beşîr Remedan ” ya netewayî û kurdayetî di ber doza maf û azadiya miletê kurd de anî ziman,

û herwiha li ser kar û xebata wî û niştîmanperweriya wî di xizmeta wî  .

û herwiha berdewam kir ku kesayetekî weku rehmetî tu carî dilsoziya wî û xebata wî nayê jibîr kirin.

Û herwiha di derbarî vê yekê birêz” Ebd Elhadî Şêxî ” endamê komîta Şaxî rêxistina Qamişlo ya PDK-S ê, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman : ” Destpêkê de em sersaxiyê ji partî û kesûkar û malbata rahmetî re dixwazin, xebatkar “Ednan Beşîr “, ku yek ji endamê komîta li hevhatinê bû di partî de û herwiha yek ji dameznerê encûmena xwecihiya şehîd Nisredîn Birhik bû ,ku bi dilsozî di niştîmaniya xebata xwe berdewam bû li ser rêbaza Barzaniyê nemir”.

Û herwiha tê zanîn ku “Ednan Beşîr Remedan “, sala “1957” an de,li gundê “Dêrna Qulinga ” ji daiykbûye ya bi ser devera Aliyan ve li kurdistana Sûriyê, û herwiha di ciwaniya xwe de sala “1972” an de, bi hizkirineke bi hêz tevlî nava refên Partî bû.
Û di sala” 2016″‘ an, koçberî Herêma kurdistanê bû û li Kamp “Domîz “niştecî bû.

Û hêja ye were gotin ku ev demek rastî nexweşiya Koronayê bûbû û hate veguhastin ji bo nexweşxaneyê ji ber çareseriyeke bijîşkî wergire û di nexweşxaneyeke Hewlêrê de çû ber dilovaniya xwedê.

Û di” 7″ cotmehê de termê wî bi rêya deriyê Sêmalka derbasî kurdistana Sûriyê bû bi merasîmeke geş ji aliyê milet û partiyên Siyasî û kesûkarên wî rehmetî “Ednan Beşîr Remedan” li gundê Dêrna Qulinga bi xakê hat spartin.

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.