المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Tevgera Ciwanên Demokrat civîna xwe ya asayî li dar xistin

0 248

Tevgera ciwanên Demokrat îro roja pêncşemê 1ê tîrmehê ,li ofîsa Yekîtiya jinên Kurdistana Sûriyê li bajarê Amûdê, civîna xwe ya asayî li dar xistin ..

 

Û ev yek bi amadebûna hevrêzê giştî yê tevgerê,M,”Hemza Ismaîl ” û herwiha serkirda û hin nûnerên tevgerê di encûmenên xwecîhiyan de..

 

Û di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Û piştre Hevrêzê giştî yê tevgerê M,”Hemza Ismaîl ” di civînê de xalên girin derbarî pêşketina tevgerê hate gotûbêj kirin..

 

Û herwiha li ser rewşa siyasî li qada Sûriyê û rewşa kurdan li Kurdistana Sûriyê hate gengeşkirin..

 

Û herwiha ji rexekî dî ve M,Behzad Murad ” berpirsê ofîsa rêxistinî derbarê rewşa tevgerê baş rawestiya û şîrovekir..

 

Û di dawiyê de hemû endamên beşdar nerîn û pêşinyarên xwe dan xuyakirin derbarî serkeftin û pêşketina tevgerê..

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.