المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji serkirdeyên ENKSê di şîna pakrewan Emîn Îsa beşdarî kirin

0 118

Şandek ji serkirdeyên ENKSê û Serkirdeyên PYK-Sê beşdarî şîna pakrewan  “Emîn Îsa” kirin li bajarê Derbêsiyê…

Ku di roja ” 28″, pûşberê ciwanê kurd ” Emîn Îsa ” di bin îşkenceyê de bi destê çekdarên bi ser PYD’ê ve hat kuştin…

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku ciwanê kurd “Emîn Îsa ” di sala 1986an li gundê Birikê yê bi ser navçeya Derbêsiyê ve li Kurdistana Sûriyê ji dayîk bûye ..

 

Û xêzandar bû û bavê dû zarokana, û “Emîn Îsa ” ji malbateke niştîmanperwer û welatparêz bû û di nava refên Partî de kar û xebat dikir û endamê komîta şaxî bû…

 

Û herwiha her di derbarî kuştina ” Emîn Îsa ” ENKSê daxuyaniyek belav kiribû û têde ev kiryarên hovane bi tundî şermezar kir, û daxwaza vekirina lêkolîn û vepirsînê ji komîtek navdewletî û bêalîbûyî be ji bijîşkan û mafnasan ku rastiyê zelal bikin û daxwaz ji aliyê Emerîkî kir wekî serpereştiya danûstandinan dikin ku zextê bikin da ku kujerên vê bûyerê kirine bên ji raya giştî re eşkere bikin û bên cezakirin ,ji aliyê dadgehê .

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.