Encûmena xwecîhî ya Serê kaniyê ya bi ser ENKS roja Sêşemê 29ê pûşberê civîna xwe ya asayî li dar xist..
Û herwiha ev yek bi amadebûna M,”Mihsên Tahir ” serokê ofîsa karûbarê encûmenên xwecîhî di encûmena niştîmanî kurdî li Sûriya..
Û di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û piştre di vê civînê de xalên giring derbarî rewşa Siyasî û rêxistinî ya xwecîhiyê gengeşkirin..
Û di vê civînê de M,”Mihsên Tahir” bi giştî li ser rewşa siyasî baş rawestiya û têde bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana Sûriyê gotûbêj kir..
Û ji rexekî dî ve M,”Tahir ” derbarî diyalokên kurdî kurdî di civatê anî ziman..
Û her di civatê de hemû endamên beşdar nerîn û pêşinyarên xwe dan xuyakirin derbarî rewşa rêxistinî ya xwecîhiyê û rewşa koçberên Serê Kaniyê diyarkirin …
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî