المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ-SÛRIYA DÎTINÊN ŞÊWIRDARIYÊ BERDEWAM DIKE

0 73

 

Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya di roja înê 2.8.2019an de, li bajarê Hesekê dîtinek şêwirdariyê ya heştemîn li darxist.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl, civaknasî, rewşenbîrên serbixwe û hin nûnerên partiyên siyasî .

 

Di destpêkê de M.Tariq Emînakê endamê hevrêziya giştî ya TÇK-S bi xêr hatina mêvanên beşdar kir û piştre xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan.

 

Herwiha hevrêzê giştî ya TÇK-S M.Fêsel Yûsif bi xêr hatina mêvanên beşdar kir, û da xuyakirin ku mebest ji van dîtinan re, hevbeş bûna nerînan û kar li ser wan ta gihîştinek ji bo biryarnî rast, ji bo xizmeta doza gelê kurd û welat bi wêneyekî giştî û tekizkirina me hemiyan li ser erêbûna me ji bo doza gelê xwe yî Kurd re û her yek ji me beşek e jê û divê em berpirsîyariya wê hilgirin.

 

Herwiha M.Fêsel Yûsif rewşa siyasî ya giştî û bi taybet ya kurdî û di vê qonaxê de, ya ku wê bê guhertin û çi ji me tê xwestin ji bo par û parastina mafê gelê kurd ya ku pêwistiya me bi yek helwestê heye û wergirtina biryarên saxlem ji bo doza gelê me yî dadperes anî ziman.

 

Di derbarê naveroka civatê de, endamê ofîsa cîbicîkar ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye mamoste Feyrûşa Ebdirihman ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman: “Ev civata heşta ye bi vî rengî em wek TÇK-S li dardixin ji bo em nerînên gelê xwe nasbikin ji bo çareseriya vê kirîza ku em tê de  derbas dibin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û kesayetên civaka sivîl û rewşenbîr jî yên xwedî bandor.

 

Herwiha mamoste Feyrûşa axaftina xwe berdewam kir ku hevrêzê giştî yê TÇKS hemû bûyerên siyasî yên nû anî ziman mîna sazkirina komîta Destûrî ya ku divê parastina mafê hemû pêkhatiyên gelê Sûrîyeyê were bi cih kirin, û encama dîtina Esîtana jî anî ziman, herwiha li ser amedekirina kongirê Cinêva 9 jî hat sekinandin.

Herwiha hevrêzê giştî yê TÇKS li ser rewşa ENKSê baş şirovekir, Ji ber ku aliyekî ramyarî ye ji komek partiyên Kurdî û kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl in ya ku piroja netewî hilgirtiye û bi piştgirtiya serok û hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

 

Herwiha Ebdirihman ku hevrêzê giştî tekez kir li ser pêwistiya yek helwesta Kurdî û divê em Kurd hevpar bin di Sûriya sibê de.

 

 

Herwiha Feyrûşa axaftina xwe berdewam kir ku civatê nerînên xwe li ser gelek tiştan dan diyarkirin ..

Civatê spasiya TÇKS û çalak bûna wê li ser ev dîtinên şêwirdariyê û giringiya wê diyarkirin.

Herwiha civatê li ser pêşketin û karanîna rewşa siyasî û bi taybet ENKSê ji ber ku çarçoveyek piroja netewa Kurdî bi kar tîne, û tekez kirin li ser darxistina kongirê çara yê ENKSê.

 

Herwiha civatê lihevkirinek li ser berdewamiya van dîtinan kirin ta hemû alî û kesayetên ji dervî aliyên rêxistinî ta bibin hevparê biryarê.

 

Herwiha rexin li tevgera niştîmanî Kurdî hat kirin û giringiya baweriyê diyarkirin ku divê bawerîk rast têkeve navbera ENKSê Û TV DEM ji bo yek helwesta Kurdî ya ku pêwist e di vê qonaxê de.

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.