المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Agirekî mezin li Gundewarê Dirbêsiyê vêket û tîmên vemirandinê xemsarin ..

0 66

 

agirekî dijwar Îro bi zeviyên  gundewarê Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê ket, û ziyan gihişte çend gundan bi taybetî gundê Xatûna yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve.

ev agir li gorî şopandina nûçegehanê me  ji gundê Mişraq ku pêkhatoyên  Ereb têde ne dest pê kiriye , ku ew gund  dikeve rojavayê gundê Xatûna , û gorî agahiyan bi hezarên zeviyên pirêzebûn û hin zevî jî hîn nîsk li darbûn hatin şewitandin.

Herwiha ev agir seranserî sînorê sê gundan berdewam kir (Mişraq’Xatûna û Çolbesan)

li gundê Xatûna agir gihişt nav hin xaniyên yên di nav zeviyan de , ev yek gorî wêneyên ku hatin kişandin diyar dibe ,  Lê bi alîkariya xelekên herêmê nehiştin ziyan bighêje xaniyan ,

Û ta anha ku Agir berdewam e hîn tîmên agirvemirandinê nehatin ji bo vemirandina agir.

Herwiha di derbarê vê yekê de welatiyekî ji gundê Xatûna navê xwe eşkere nekir  ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman:”Ev agirê dijwar bi rengekî rêxistinî zeviyên me dişewitîne  ji bo ku em ajal û Sewalê xwe  yê ku em jiyan xwe li ser debar dikin em wan bifroşin û em têkevin xema debara jiyana  xwe.

Herwiha welatî axaftina xwe berdewam kir:”  agir gihişt nav hin xaniyên welatiyan û tîmên vemirandinê bi ser me de nehatin , Lê bi alîkariya xelekên herêmê nehiştin ziyan bighêje xaniyan spas ji XWEDÊ re û ji xelkên herêmê re ku nehiştin agir bi xaniyan bikeve”.

 

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.