المجلس الوطني الكوردي في سوريا

5emîn salvegera komkujiya Şengalê tê bibîranîn li Duhokê ..

0 109

Îro li Duhokê Komkujiya Şengalê hate bibînin bi beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma û Wezîrên kabîna nû , li gel hejmarek Qunsil û nûnerên welatan  û nûnera UN li Iraqê û kesûkarê Şehîdan û qurbaniyan û berpirsên Hikûmî .

 

Di vê bîranînê de hejmarek gotar hatin pêşkêşkirin, li gel çalakiyên cuda ser vê  bona xemgîn ,

– Parêzerê Duhokê Ferhad Etrûşî di gotara xwe de got:

40 hejar xêzanên Şengalî li parêzgeha Duhokê hene .

– Ebdella Hacî Mehmûd Wezîrê karûbarê  Şehîd û Enfalkiryan  :

360 kes ji Şengalê bûn penaber li navçeyên herêmê.

-Nûnera UN Cinîn Hayins di gotara xwe de got :

em Cînosayda Şengalê jibîr nakin, em kar dikin ji bo penaberên Êzdî vegerin,

-Mîr Hazim Beg mîrê civaka Rûhanî ya Êzdiyan di gotara xwe de got:

Em rola Serok Mesûd Barzanî jibîr nakin ku , Şengal birîna hemî Êzdiyên Cîhanê ye .

– Serok Nêçîrvan Barzanî:

Em kar dikin ser parêzgehkirina Şengalê.

Kurdistan û Êzdî jihev cuda nabin .

Êzdî yek ji kevintirîn pêkhatiyê welatê me yê .

Roja Komkujiyê rojeke Reş e di Dîroka Kurdistanê de .

Tê zanîn ku 3ê Tebaxa 2014an , Daiş êrîşî devera Şengalê kir, û Komkujiyeke mezin li vê deverê kir .

Ragihandina ENKSê

Herêma Kurdistanê

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.