المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji YNKS’ê serdana ofîsa PYDKÊ kir

0 73

Şandek ji Yekîtiya nivîskarên kurdistana Sûriya, Duh 6ê Berçilya 2021″an, serdana ofîsa partiya Yekîtiya Demokratî Kurdistanî kirin..

Û herwiha ev şanda YNKS bi serokatiya M, “Luqman Yûsif, û M, Nayîf Çibîro ” cîgirê serokê YNKS, û M, Semis Enter” endama desteya cîbicîkar,û M, Mihemed Ebdê” berpirsê ragihandinê, û M, Torcîn Rewşanî” endamê desteya cîbicîkar pêk dihat..

Û ev şanda ji aliyê M, Fesla Yûsif ” sekirtêra partiya Yekîtiya Demokratî kurdistanî , û serkirdayê wê partiyê ve hatin pêşwazîkirin….

Û di derbarê vê hevdîtinê de her du aliyan bi giştî ser pêşveçûnên herî dawî yên siyasî ser qada Sûriyê bi taybetî rewşa Kurdan li kurdistana Sûriyê û xebatên têne kirin di ber doz û helwest û yekrêziya kurdî de gotûbêjkirin …

Û di dawiya vê civatê de M, Luqman Yûsif “serokê Yekîtiya nivîskarên kurdistana Sûriyê bawernameyek rêzgirtinê pêşkêşî PYDK kir û ji aliyê M, Fesla Yûsif ve hate wergirtin……

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.