المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Termê 75 kesî li Goristaneke bikom li parêzgeha Musenna li Başûrê Iraqê hatin dîtin..

0 68

Îro Roja Sêşemê 23 Tîrmeha 2019an li Goristaneke bikom termê 75 jin û zarokên kurdan ku rêjîma Sedam ew kuştibûn, hatin dîtin  li devera Şêxiyê li peyebana  Semawe li parêzgeha Musenna .

Eqîdek di Wezareta Navxweyî ya Îraqê  bi navê Ehmed li ser vê yekê rawestî û got :” ev Goristanya bira û Mirovên me yê kurd in, yê Kurdistanê, ku têde komelek jin û zarok hene, ku ev yek Goristan e ji çend goristanan li vê parêzgehê de “.
Tê zanîn ku her dem Goristanên bikin yên dîtin ku Rêjîma Sedam Hisên Tawanbar e  ,
Ji rexê xwe vê endamê Komîta Şehîdan li Parlementoya Îraqê, Hedar Barzanî derbarê vê yekê ji Rojnemevanan re got :” lêkolînên serekî didin xuyakirin ku Qurbanî ji devera Germiyan in “.

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.