المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Karanîna Înternetê û bandora wê li ser civakê

0 72
Di gel pêşketina têknolojiya li cîhanê hin cûreyên amûran ji bo asan karî û bo şêwaza karê mirovan ya rojane peyda bûna.  Telefon û Înternetê yek ji wan amûran e, ku di van çend salên dawî de, bikaranîna înternêtê li nav civaka me de berfireh belav bûye, û êdî her kes ji biçûk û mezin, înternêtê bi awayekî serbest bi kar tînin . Mîna, Whats App,YouTube, Facebook, û hin malperên tora medya civakî.
Û herwiha di vê derbarê de û li ser şhopandina nûçegihanê me di vê mijarê de hemwelatiyek bi navê ( Xalid Elî ), ji malpera ENKS ê re li ser bikaranîna înternêtê û bandora wê di civakê de axifî û got : “Di vê dema niha de bikaranîna înternêtê û bi giştî hemû malperên tora medya civakî mijareke sereke ye li gel xelkê û wek em dibînin înternêt êdî li her deverekî peyda dibe çi li hundirê malan û çi li kolanan. Û bandora wê li civakê girêdayî bi rengê karanîna wê..
Û herwiha ji rexekî dî ve ji bo zaniyariyên bêhtir li ser vê mijarê (Welîd), ji malpera me re anî ziman û got: ” ku înternêt îro bûye bingehek ji bo wergirtina nûçe û pêwendî û têkêliyên welatiyan li gel hev zêde dibe biriya malperên tora medya civakî, û herwiha “Welîd ” berdewam kir gotina xwe û got : ku xale erênî û herî giring di karanîna înternêtê de, ku bi riya înternêtê em bi wêne û vîdiyo êdî pêwendî li gel dost û heval û malbatên xwe dikin ci li hundir û li derveyî welatê be, û herwiha ji bo asan Kariya mirovan li gel hev jî başe.. Û ji rexekî dî ve xale nerênî ku înternêt demên dirêj di nav destên zarokan de bê ku sûdwergirtin ê jê bigirin ne baş e û cihê metirsiyê ye, û ev yek di dawiyê de wê bandora wê li ser mêjî û deruniya zarokan hebe û herwiha jî ku ewê dûrî malbetên xwe bikevin ….

Raport :Hêvî Delî
Ragihandina ENKS ê…. Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.