المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA EBÛ RASÊN YA BI SER ENKSÊ VE CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DARXISTIN.

0 57

 

Di roja înê 26.7.2019an de, encûmena xwecihî ya Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya yasayî li darxistin،bi beşdarbûna endamên xwecihiyê, û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.
Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan.

Piştre rewşa rêxistinî vegêran ango
bersiva rapora wan ya meha derbas bûyî, hat xwendin, ji aliyê serokê xwecihiyê.

Herwih li ser rewşa xwecihiyê baş hat şirovekirin, û hin pêşînyar jî hatin sitendin, di der barê pêşketina xwecihiyê de.
Herwiha civat li ser darxistina kongirê çaremîn yê ENKSê hat gengeşekirin.

Herwiha xwecihî li ser rewşa siyasî jî baş hat giftûgokirin, bi taybet li ser bûyerên herî dawî yên nû rawestiyan.

Herwiha xwecihî li ser avakirina herêma aram rawestiyan, Û gefên Turkiya û êrîşkirina wê li ser sînorê Kurdistana Sûriye şermezar kirin.

Herwiha xwecihiyê bêtir rawestiya li ser rewşa Efrînê û karên xerab yê rojane, di derheqê gelê wê yî resen dibe ji aliyê komên çekdar bi piştgirtiya Turkiya.
Mîna wêranbûn, talanbûn, revandin, girtin û kuştin………  Herwiha xwecihî bi tundî şermezar kir.

Herwiha civat li ser destpêşxeriya Ferensa ya ku armanc jê nêzîkbûna (ENKSê û PYDê) jî rawestîya.

Herwiha xwecihî li ser şewata zeviyên cotkaran yên herêma Kurdistana Sûriya, civatê tekez kir ku divê çareseriyek ji ziyanên cotkaran re bê dîtin, û divê rêxistinên xêrxwazî bi karê xwe yî mirovahî rabin bi lez alîkariya cotkaran bikin.

Û di dawî de civatê bi giştî berdewamiya xwe da xuyakirin li ser kar û xebata ENKSê, di der barê armanca wê  diyarkirî, ji bo piroja wê ya netewî.

Raport: ELÎ Fetah..

Ragihandina ENKS

Leave A Reply

Your email address will not be published.