المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TÊKOŞER Û SIYASETMEDARÊ MEZIN “ELA’EDÎN HEMAM ” ÇÛ BER DILOVANIYA XWEDÊ..

0 117

Di roja sêşemê 13.4.2021ê de,têkoşer û siyasetmedarê mezin Ela’edîn Hemam,endamê destaya şêwirmendiyê ya PDKSê ji ber nexweşiya giran li Welatê Elmaniya , çû ber dilovaniya XWEDÊ.

Wek tê zanîn têkoşer Ela’edîn Hemam “Bavê Serdar” kesayetek kurdperwer civaknasî û xwedî rol û bandor bû li seranserî Sûriya û Kurdistana Sûriya û bi taybet li herêma Kobanê dihat nasîn.

Herwiha têkoşer bavê Serdar di jiyan xwe de, gelek salan hatiye binçavkirin ji aliyê rêjîma Sûriya, di ber kar û xebata xwe ya netewî de,ji bo dosaya gelê Kurd.

têkoşer bavê Serdar ku temenê wî gihiştibû 65 salî ,û wê termê wî  ji Elmaniya were veguheztin ji bo Kobanê li gundê Şêran were binaxkirin li gorî daxwaza wî.

Hêjaye gotinê ku,mîna têkoşer bavê Serdar, bi kar û xebata xwe bi awayekî lehingan di hat xuyakirin û nirxandin .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.