المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TÊKOŞER Û NÛNERÊ “TÇKS” YÊ BERÊ DI XWECIHIYA AMÛDÊ DE ” FERHAN SALIH BAVÊ FATMA” KOÇA DAWÎKIR….

0 102

Di roja yekşemê 11.4.2021ê de,têkoşer û nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya yê berê di xwecihiya bajarê Amûdê de, ya bi ser ENKSê ve, “Ferhan Salih bavê Fatma” ji ber nexweşiya giran li Kurdistana Sûriya li bajarê Amûdê, çû ber dilovaniya XWEDÊ.

Wek tê zanîn têkoşer Ferhan Salih,kesayetek kurdperwer civaknasî û xwedî rol û bandor bû li herêmê dihat nasîn.

Herwiha têkoşer bavê Fatma di dawiya şêstînata de, di serdema bûrî de,tevlî refê tevgera kurdî li Sûriya bibû û yek ji endam û kesayetên ji destpêka damezirandina Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya bû.

Herwiha bavê Fatma, nûnertiya TÇKSê di xwecihiya bajarê Amûdê de dikir ya bi ser ENKSê ve,ta dema dawî ji ber nexweşiya giran nema karîbû berdewam bikra û piştre keça wî mamosta Fatma Salih berdewam kir li şûna wî,

wek nûnertiya TÇKSê di xwecihiya bajarê Amûdê de,ya bi ser ENKSê ve,ta niha.

Ev tê wateya ku malbatek welatparêz in û berdewamin li ser piroja netewî ya Kurdî ji bo parastina mafê gelê kurd yê rewa li Kurdistana Sûriya.

Hêjaye gotinê ku,mîna têkoşer Ferhan Salih kar û xebata wî bi awayekî lehingan bê nirxandin .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.