المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVATA RÊXISTINA EWROPA YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYA…

0 97

Di 11ê heyva Nîsanê sala 2021ê de,rêxistina Ewropa ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya civîna xwe ya rêxistinî li ser riya Sikayib bi tevlîbûna hevrêzê giştî yê TÇKSê mamoste Fêsel Yûsif hat li darxistin.

Herwiha civat bi navê hevalê xwe têkoşer Ferhan Salih “bavê Fatma“hat bi nav kirin,  ku nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya bû di xwecihiya bajarê Amûdê de,ya bi ser ENKSê ve, ku koça dawî kiribû.

Di derbarê naveroka civatê de, endamê hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye,berpirsiyarê rêxistina Ewropa M.Mihemedemîn Umer, ji malpera me ya ENKSê re li ser riya Watisabê ragihand û anî ziman:

“Rêxistina Ewropa ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya civîna xwe ya rêxistinî bi tevlîbûna hevrêzê giştî mamoste Fêsel Yûsif,li ser riya Sikayib li darxistin û li ser lîsta kar rawestiyan birêkûpêk.

Herwiha mamoste Fêsel Yûsif, hemû bûyerên herî dawî yên siyasî yên nû li ser qada herêmê û Sûriya bi giştî anî ziman.

di derbarê vê yekê de,hevrêzê giştî tekez kir piştî deh sal derbas bûn ji destpêka Şoreşa Sûriya ,hîn gelê welatê Sûriya,rojane tiştên xerab tên serê wî ji wêrankirinê, koçberî,xerakirin û Kuştin bi sedema karên lêşgerî,

û estengiyên jiyanê piştî zahmetiyên rewşa aborî û daketina nirxê lêreya Sûrî  ,û belavkirin veyrûsa korona û sedemên van tiştan, rêjîma Sûriya dibe berpirsiyar.

Ji ber ku ne jidilbûna û ne rastiya wê ji bo dîtina çareseriya siyasî ji kirîza Sûriya li gorî daxuyaniya yekem ya Cinêv li gorî biryara civaka navdewletî 2254 sala 2015an û biryarên netewên Yekbûyî”.

Herwiha Umer got jî:

” Civatê rewşa kurdî jî gengeşekirin,civatê di derbarê wê de,li ser yekhelwesta Kurdî û danûsitendinên Kurdî yên hatine sekinandin,di navbera ENKSê û PYNKê de,û tekezî li ser giringiya berdewamiya van danûsitendinan bibe piştî dabînkirinan ji aliyên çavdêr wek Emrîka û fermandarê HSDê ji bo li himber binpêkirinan û ragihandinên xerab yên derdikevin ji aliyê hin berpirsiyarên PYNKê bisekinin yên ku armanc dikin ji bo binpêkirina van danûsitendinan.Yên ku daxwazek bingehiye ji gelê kurd re û rola ENKSê ya istiratêjîke”.

Herwiha Umer got jî:

” civat bi awayekî berfire, rawestiya li ser binpêkirinên komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve Û guhertina dîmixrafî li herêmên Kurdî

(Efrîn,Girê Sipî û Serê Kaniyê) û civatê hemû ev karên xerab bi tindî şermezarkirin.

Û tekez kir li ser giringiya hemû van binpêkirinên komên Çekdar diyar bikin û belge bikin û daxwaz bikin ji civaka navdewletî li hember van karên xerab bisekinin ,

û hemû komên Çekdar ji bajar û gundan derxînin û herêmê radestî xelkên wê yên resen bikin ta birêve bibin di bin siya civaka navdewletî de,û aramî lê peyda bibe û hemû penaber û koçber vegerin li ser malên xwe û parastina milkên wan bibe.

Û ji aliyekî dî jî daxwaz kir ji Itîlafa opozisyonê  berpirsiyariya van karên xerab rake , û binpêkirinên terorîst di derheqê gelê kurd yên resen û sivîl tên kirin li herêmên Kurdistana Sûriya ji aliyê komên Çekdar yên ku piştevaniya wan dikin û divê Pabendbûnê bi rêkeftinên di navbera wan û ENKSê de bikin û helwesta xwe jî diyar bikin, ji van komên Çekdar yên ku Tirkiya piştevaniya wan dike”.

 

Herwiha Umer, anî ziman û got jî :”Beşdarbûna di derbarê axaftinên xwe de, rawestiyan li ser rewşa rêxistina Ewropa ya tevgerê bi awayekî giştî ta Karê wê pêşkeve bi armanc kirina li ser berdewamiya têgihiştina revenda Kurdê Sûriya li Ewropa ”.

Di dawiya civatê de,hevrêzê giştî mamoste Fêsel Yûsif hemû pîrozbahî kirin bi boneya 11emîn li ser damezirandina Tevgera Çaksaziya Kurdî -Sûriya.Ya ku dikeve 14ê Nîsanê de .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.