المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qedexaya hatûçûnê ji bo dema 10 rojan li Kurdistana Sûriya hat dirêjkirin ..

0 79

Îro roja yekşemê” 11″ Nîsanê biryara hat standin û destnîşankirin ji bo dirêjkirina qedexaya hatûçûnê bi timamî ji bo dema 10 rojan li Kurdistana sûriyê .

û herwiha tê zanîn Ku li seranserî Kurdistana sûriyê rojan e hejmara pêketiyan bi nexweşiya koronayê ber bi zêdebûnê ve diçe, û tê wateya nepabendbûna welatiyan bi rênimeyên xweparastinê û ev yek dibe sedema belavbûna nexweşiyê di nav xelkê de.

Û ev yek derbarî xweparastin û rêgirtinê li dijî belavbûna Veyrûsa koronayê û pabendî rênima û çawaniya xweparastinê .

li ser vê mijarê û li gel zehmetiyên rewşa aborî, welatiyek ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

” dibe her kesek pabendî rênimeyên tendrustî bibin ji bo rêgirtinê li pêşiya zêdebûna vê nexweşiyê bigirin û rêjeya wê sivik bibe.

bi hatine meha Remazanî û ragihandina qedexeyê û rawestandina kar ,

êdî dibe sedemek ji zêdebûna hejariya welatiyan  , û ew tûşî gelek astengî dibin ji bo peydakirina pêwîstiyên sereke yên Jiyana xwe yê rojane .

derbarî buhabûna hemû alav û xwestek û pêdevî û kerestên xwarinê ku nexasim ku beşek ji welatiyan karê rojane dikin û mûçeyên xwe yên rojane werdigirin “.

Û herwiha hejmara pêketiyên îro 11 Nîsana 2021’an  gihiştine “298” û ji wan “3 “kes Jiyana xwe ji dest dan .

Û bi vî awayî amarên dawî yên tûşbûyan li navçeyên kurdistan Sûriya niha gihiştin “12236” kes .

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.