المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TCD civînek siyasî û rêxistinî li Qamişlo li darxist…

0 67

Tevgera ciwanên Demoqirat îro roja şemiyê 13ê mijdara 2021″an, civînek siyasî û rêxistinî li ofîsa Yekîtiya jinên kurdistana Sûriyê li bajarê Qamişlo li darxist….

 

Û herwiha ev yek bi amadebûna hevrêzê giştî yê tevgerê M, “Hemza Ismaîl” û serkirda û endam û nûnarên tevgerê di encûmanê de pêk dihat …

Û di derbarê vê civînê de rewşa siyasî û rêxistinî gotûbêjkirin..

Û herwiha pêşveçûnên herî dawî yên siyasî ser qada Sûriyê û rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê û herwiha danûstandianên kurdî kurdî di navbera her du aliyên kurdî de di civînê de anîn ziman….

 

Û her di civatê de ser rewşa ciwanan û çawaniya ektîvkirina çalakiyên tevgerê û kar û rola wê di nava encûmen û cemawer de gotûbêjkirin…

 

Û ser rewşa rêxistinî û pabendbûn û berdewamiya xebata tevgerê di demên pê de baş rawestiyan…

 

Û di dawiyê de hemû beşdaran nerîn û pêşinyarên xwe dan xuyakirin ji bo pêşketina karê Tevgerê di demên pêş de …

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.