المجلس الوطني الكوردي في سوريا

5EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN SÎPAN SÎNO JI ALIYÊ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ HAT VEJANDIN..

0 79

Îro danê nîvro di roja Îniyê 12.11.2021an de 5emîn salvegera koçkirina pakrewan Sîpan Sîno ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve, encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, li goristana gundê Gir kundê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve hat vejandin.

 

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û xelkên herêma Dirbêsiyê û gundewarê wê.

 

Herwiha gurzên gulan hat danîn li ser gora pakrewan Sîpan Sîno ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê.

 

Û bi xêr hatina hemû mêvanên beşdar hate kirin ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê.

 

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û bi taybet li ser giyanê pakrewan Sîpan Sîno rawestiyan.

 

Herwiha gotinek hat pêşkêşkirin bi navê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ji aliyê serokê xwecîhiyê M.Idrîs Şêx Xelef.

 

Û ew gotin di derbarê kurte jiyana pakrewan Sîpan Sîno û malbata wî de bû.

û spasiya hemû kesên beşdar kir..

Herwiha mamoste Idrîs Şêx Xelef axaftina xwe berdewam kir li ser kar û xebata pakrewan Sîpan Sîno û ew axaftin di derbarê çalakiya pakrewan ji dema tevlî refê Pêşmergeyên roj bû, û di axaftina xwe de, diyar kir û got ENKSê wê tîmî xwedî li pakrewanan derkevin û wê wefedar bin ji wan re di hemû qonaxan de.

Û di dawî de, wênê Elfatîha hat xwendin.

Herwiha malbata pakrewan Sîpan Sîno birêz Reşîd Sîno ji aliyê xwe ve, spasiya ENKSê û bi taybet encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê kirin li ser vî karê wan yê bi nirx û wefedariya wan bo hemû pakrewanên Pêşmergên Roj.

 

Wek tê zanîn Pakrewan Sîpan Sîno ji endamên Pêşmergeyên Kurdistana Rojava bû(Pêşmergeyên Roj)

 

Ji malbatek welatparêz bû,ji malbata Hemîd Sîno ye ku nasnameya wî bi navdarî ji bo parastina mafê gelê kurd tê nasîn û di hemû serdeman de,wê were nasîn û nayê jibîrkirin,Ji ber vê yekê wê bi hezaran wek pakrewan Sîpan wê vê rêbaza kurdayetê wê bişopînin.

 

Piştî ku Kurdistana Başûr hat êrîşkirin ji aliyê rêxistina da’iş a teror pakrewan Sîpan bi hevalên xwe yên pêşmerge re tevlî piraniya lêkdanan bûbû, gelek herêm rizgar kirin,

 

Lê mixabin dema ji erkê pêşmergatiyê vedigeriyan ew û sê hevalên xwe bi bûyerek tirafîkê di roja şemiyê 12.11.2016’an de li ser riya Tel Edes şehîd ketin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.