المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Tabloyên Tirimbêlan bi navê ” Helebçe 1988 ” jidervî bazara Firotinê ne …

0 55

Rêveberiya Hatin û çûna (Tirafîk) Helebçe biryar da ku her 3 Tabloyên Tirimbêlan ku hejmara  1988 in li gel xwe bihêlin û li Sembola Pakrewanan li Helebce deynin û neyin Firotin..

Ev yek hat piştî qerebalixeke mezin li parêzgeha Helebçe çêbû li ser her 3 Tabloyan,

Ji ber vê yekê Emîd Hesen Ebd-ella Rêveberê Tirafîka Helebçe ji Ragihandinê re da xuyakirn û got :” di Civîna komîta bilind ya Taybet bi firotina Tabloyên Tirimbêlan yên Parêzgeha Helebçe me biryar da ku Tabloyên Spî û Zer û Sor yên xwedî hejmara 1988an li ser Sembola Pakrewanan li Helebçe werin danîn, ev nimre ne ji bo Firotinê ne, ji ber ku tênê bala mirov sala kîmyabarana Bajarê Helebçeya Şehîd di 16 Adara 1988an “.

Ji rexê xwe ve Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê pêşwaziya vê pêşniyarê kir .

Tê zanîn ku sala 2013an Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku Helebçe bibe parêzgeh û di 13 Adara 2014 Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêmê di wê demê de êmze kir ser bi parêzkirina Helebçe ku li gel wê 3 Qeza jî hene (Şarezor, Pêncewîn, Seyid Sadiq)

Û Îro 27ê Tebaxê 2019an wê Nimreyê ji 1 ta 9 yên Tirimbêlan li parêzgehê werin firotin di Mezadeke diyarkirî de ..

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.