المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Tirkiya di riya ” PENC 3″ careke dî êrîşî deverên sînorî li Herêma Kurdistanê dike ..

0 70

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiya Îro Roja Şemiyê 24 Tebaxê 2019an ragihandin , ku wê operasyoneke nû bike bin navê ” PENC 3 ” li Deverên Sînorî li Herêma Kurdistanê.

Ev yek hat ragihandin di daxuyaniyeke Wezaretê de ku têde got :” Îro Leşkerê Tirkî dest bi operasyonekê li devera Sînat- Heftanîn ya Sînorî û navê vê operasyonê PENC 3 ê ye “.

Wezareta Berevaniyê ya Desthilata Tirkiyê Ewlehiya Sînor kire Hincet,

Gorî zaniyariyên ku hatine belavkirin ji rexê Tirkan ku wê di vê Operasyonê de Balefirên Şer û yên bê palot, û Topxane,

Ev yek tê di zincîra êrîşên Leşkerê Tirkiya li ser Sînorê wê  bi Herêma Kurdistanê re ku her tim welatî û zevî û ajelên wan dibin Armanc û Qurbanî bi hinceta armanckirina bargehê Pkk ê .

Ajansên Navdewletî

Leave A Reply

Your email address will not be published.