المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Koma Orkêş û amedekariyên wê ji bo vejandina ahenga damezrandina Yekîtîya Xwendevan û ciwanên demokrat Kurdistanî Rojava

0 72

Koma Orkêş ya huner û filklora kurdî, ji aliyê “Leqê Qamişlo ” ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat Kurdistanî _Rojava, ve hatiye damezirandin li bajarê Qamişlo di sala “2016” an de, bi sê beşên sereke pêk tê ew jî (Stran, Şano, Dîlan), û bi serpirştiya ofîca çelekiyan karê xwe bi rêva dibe.

Û derbarî zaniyariyên  li ser rola koma Orkêş û amadekarî û beşdarbûna wê di ahinga de, berpirsê Leqê Qamişlo ya YXCDKR, “Şikrî Ebd Elrehman “wiha ji malpera ENKS ê re de xuyakirin : Yekîtiya Xwendevanan ji dema avakirina wê di sala” 2013″ta niha ew di Kar û çelekiyên xwe de berdewame, ji bilî hemû astengiyan ve, û ji rexekî dî ve berdewam kir ku koma Orkêş roleke xwe ya sereke di yekîtiyê de bilîze ku dibistaneke hunerî û kurdayetiyê li ser rêbaza berzaniya nemir e, Kar û xebata xwe ya hunerî li ser şanoyê dike bi gotina stranên netewî û herwiha dîlanên filklorî jî , de ku ew xwedan dîrokeke hunerî ye, herdem xwe amade dike di ahing û çelekiyan de ku beşdar be, wek çelekiyên yekîtiyê û herwiha ahinga newrozê, bi her sê beşên xwe yên sereke /Stran, Şano, Dîlan /, û ji rexekî dî ve û bi helkeftina nêzîk bûna roja damezirandina YXCDKR, Koma Orkêş ya hunera kurdî ji bo ahing û şahiyê bi rengekî baş li darbixe, ew niha bi serpirştiya rahênerê komê, M,”Ehmed Sedûn” bi dest bi birova û amadekariyên taybet û tomar kirina stanan dike, û herwiha “Ebd Elrehman ” ragihand ku di sala “2018” an, Komeke zarokan jî bi navê ( kolîlkên Orkêş), hat avakirin û di gelek ahingan de beşdar bû, û armanca me ji avakirina komê de ku ev rêxistina ciwanan bi karibin tiştekî belkêş pêşkêşî ciwan û nifşê nû bike û wan fêrî hunera kurdî bike.

Ji aliyekî din ve endameke ji koma Orkêş di beşên stranan de bi navê (Dîrok Şêxo), ji malper me re anî ziman û got : ez wek endameke komê em berdewamiyê li ser birovatên xwe dikin ji bo beşdarbûna me di çelekiyan de û bi awayekî serkeftî bi rê va bibin û herwiha cihê kêfxweşiyê ya gava li ser şanoyê stranan dibêj im û milet kêfxweş dibe..

 

 

Raport : Hêvî Delî

Ragihandina ENKS ê… Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.