المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SILÊMANIYÊ: YEKÎTÎ KURDISTANÎ LI GEL TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ Û PARTIYA PÊŞENGA KURDISTANÎ CIVÎYA.

0 78

Di roja pêncşemê13.8.2020an de, hevdîtinek di navbera şandek ji partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya li gel şandek ji Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriye û şanda partiya pêşenga Kurdistana Sûriyê civîneke li dar xistin.

 

Di derbarê naveroka vê hevdîtinê de, hevrêzê rêxistina tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriya yê kampa Barîka yabi ser parêzgehaSSilêmaniyê ye li herêma Kurdistana başûr mamoste Mihemed Şerîf ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman

:”Ev hevdîtin giringiya danûsitendinên yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê bi awayekî berfire gengeşekirin, di derbarê yekhelwest û yekrêziya Kurdî de li ser hevpariyek rast.

Her wiha civatê tekez kir li ser piştgirtiya van danûsitendinan, li gorî rasteqîna gelê Kurd û parastina mafê gelê kurd yê rewa li Sûriya”.

 

Her wiha mamoste Mihemed Şerîf axaftina xwe berdewam kir û got:”Civatê ji aliyekî din jî sekinî li ser giringiya pêşxistina kar û xebata ENKSê bi vekirina ofîsa ENKSê li parêzgeha Silêmaniyê li herêma Kurdistana başûr:.

 

 

 

Her wiha Şirîf got:”Beşdaran tekezkirin ku giring e û pêwîst e li ser kar û xebatên hevbeş û berdewamiya van dîtinan, ta pêdiviyên pêwist bibînin ji bo pêdekarî û ragihandina hemû pêkhateyan û karîgerên ENKSê bikin, ta neyêniyan zêdegav bikin”.

 

 

Hêjaye gotinê ku di heman demê de, ku her sê partiyan cihê xwe di nava ENKSê dibînin.

Ragihandina ENKSê

Raport:ElîFetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.