المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo: Ciwanên Şoreşger êrîşî ofîsa PDK-Sê kirin

0 91

Îro roja şemiyê “15” ê, Tabaxa, “2020 ” an, demjimêr  “8” êvarî, Ciwanên şoreşger yên bi ser PYD ê ve, êrîşî ofîsa PDK-Sê kirin ya li Rojhilatî bajarê Qamişlo.

 

Û herwiha di derbarî vê mijarê de, endamê komîta navendî ya PDK-Sê, M,”Hesen Remzî”,  ji malpera ENKSê re ragihand û anî ziman : Ku îro nêzîkî demjimêr “8” êvarî girûpek bi navê Ciwanên şoreşger yên bi ser PYDê vê, êrîşî ofîsa Partî Demoqiratî Kurdistanî _Sûriya, ya li Rojhilatî Qamişlo kirin.

Û herwiha kiryarên xirab pêk anîn û boyaxa reş li ser dergehê ofîsê û logoya Partî kirin û ala Kurdistanê li ser dergehê anîn xwarê.

Û herwiha ji aliyekî din ve silogan jî dihatin gotin ji aliyê Ciwanên şoreşger ve.

 

Û herwiha M,”Hesen Remzî”, gotina xwe berdewam kir ku ev kiryarên wiha îro nakeva di bin berjewendiya miletê kurd de, naxasim ku di vê demê de danûstandin têne kirin ji bo lihevhatinek kurdî kurdî were pêk anîn.

 

Û herwiha M,”Hesen Remzî ” amaje pê kir ku di nava PYDê de şepolek heye ku naxwaze miletê kurd yan tevgera siyasî kurdî bigihêja lihevhatinek siyasî kurdî de ku miletê me jiyaneke aramî derbas bike , lê mixabin ev destpêka kiryarên wan e ku çawa di salên borî de heman kiryar pêk tanîn ji êrîşkirin û şewtandina ofîsên me.

 

Û herwiha hêjaya we re gotin ku di” 13″ Avdara “2020 ” ofîsa Partî PDK-Sê ya Rojhilatî bajarê Qamişlo hate vekirin piştî sê sala ji girtinê ji aliyê PYDê ve, û bi biryarek ji Desteya seroketiya ENKS ê, ku hemû ofîsên encûmenê û partiyên bi ser ENKSê ve girêdayî werin vekirin.

 

Ragihandina ENKS ê

Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.