المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: WELATIYEKÎ KURD DIBÊJE JI BER REFTARÊ BIJÎŞKEKÎ TIRS KET NAVA DILÊ BAVÊ MIN TA ÇÛ BER DILOVANIYA XWEDÊ.

0 58

Li gorî zaniyariyan, bûye demek dirêj li ser belavkirina, nexweşiya veyrûsa korona li cîhanê, û bi sedema wê bi hezarên mirovan li gelek deverên Cîhanê jiyana xwe ji dest dan e, û ta niha tenduristiya cîhanî ti dermanekî taybet jê re peyda nekiriye.

 

Her wiha Kîjan mirovên di vê demê de, jiyana xwe ji dest didin nûçeyên cûda li ser çîroka mirna wan tê weşandin.

 

Her wiha bi taybet li Kurdistana Sûriya li bajarê Dirbêsiyê zêdeyî çîrokekê li ser mîrna mirovan derketiye.

Çîroka herî dawî di roja pêncşemê 13.8.2020an de, welatiyekî Kurd li bajarê Dirbêsiyê bi navê Şerîf Şêxo Hac Mihemed çû ber dilovaniya XWEDÊ.

 

Di derbarê vê yekê de, li gorî şopandina nûçegihanê me ji bo zelal kirina sedema mîrna Şerîf Şêxo, Kurê rahmetî Rewad Şerîf Şêxo ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:”Bi rastî wekî bi rahmetiyê bavê min re çêbûye ez ê bi zelalî ji we re bêjim, berî heftiyekê em û xelkên taxa ku em têde dijîn bi Bahorê ketin û yek jê bavê min bû, min rabû wî bir ser bijîşkekî ji bo rewşa bavê min sax bike û bavê min li ser lingê xwe bû”.

 

Her wiha Rewad anî ziman û got:”Lê mixabin dema bijîşk rewşa bavê min sax kir bi şêwakî nexweş ko ez dibêjin rewşa Korona ye, dema deng ket guhê bavê min di cih de, tirs ket nava dilê wî û nema xwarin xwar heta sê roja ji lingan ket û min wî bir bajarê Hesekê ji bo analîzê (tehlîl) wî bigrin yên Korona li ser gotina bijîşkê yekem, lê mixabin oksicîn li parêzgeha Hesekê li nexweşxaneyê tunebû, Ji ber vê yekê min bavê xwe bir bajarê Qamişlo û li wê derê bavê min ji min sitendin li nexweşxaneya taybet ya Korona û nema hiştin ez bavê xwe bibînim ta roja pêncşemê 13.8.2020an agahdarî me kirin ko bavê we çû ber dilovaniya XWEDÊ”.

 

Her wiha Rewad anî ziman û got:”Dema bavê min çû ber dilovaniya XWEDÊ çîroka korona bi me vekirin, û ez tekez dikim ku bavê min bi sedema felca mejî çû ber dilovaniya XWEDÊ û ta vê kêlîkê tehlîlê bavê min derneketine û heke korona ba divê em tev de anha di odeya tenduristiyê de bana û di bin çavdêriya bijîşkan de bana”.

 

 

Hêjaye gotinê ku di vê qonaxa hestiyar de, ya herêma têde dijî, ji ber veyrûsa korona, pêwîstiya xelkên wê bi agahiyên taybet hene li ser veyrûsa korona, ji ber vê yekê divê bijîşk bi rola xwe yî giring rabe û bi taybet divê reftarê bijîşkan gelekî xweş û baş be ,û ti tirsê nexe dilê nexweşê xwe ta karibe nexweş di ber nexweşiya xwe de bide.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.