Home / Nûçe / SILÊMAN OSO: BERDEWAMIYA BINPÊKIRINAN ENKSÊ DATÎNE HEMBERÎ BIJARDEYÊN DIJWAR..

SILÊMAN OSO: BERDEWAMIYA BINPÊKIRINAN ENKSÊ DATÎNE HEMBERÎ BIJARDEYÊN DIJWAR..

 

Endamê Serokatiya ENKSê, M. Silêman Oso, got: “Ku berdewamiya binpêkirinên li dijî ENKSê û alîgirên wê ji hêla PYDê ve, Encûmen datîne hemberî bijardeyên dijwar” .

Di 17ê vê mehê de, çekdarên PYDê dest bi kampanyayeke girtinê kir ku rojnamevan Mihemed Salih Ahmed li bajarokê Çil Axa, û rojnamevan Izedîn Mehmûd li Qamişlo, û serokê berê yê encumena herêmî li taxa Kornîş, Mihemed Eyo, û nûçegihanê kanala ARKê Barzan Hisên li bajarokê Girkê Legê, û serdegirtina mala endamê komîta siyasî ya PYK-Sê , Weyis Şêxê li Kobanê, ji bilî girtina: endamê PDK-Sê Feramez Abdul Kerîm li Dirkê, û endamek encumena herêmî li Çil Axa Abdulxefar Mihemed girtin .

Oso di nivîsa xwe ya ku li ser hesabê xwe yê Facebookê weşand û wiha got: Berdewamiya binçavkirina alîgir û endamên ENKSê, li kolana Kurdî aloziyeke mezin çêkiriye, ku hêviya xwe ji îhtîmala ji nû ve destpêkirina danûstandinên Kurdî winda dike.

 

 

Wî zêde kir: Van binpêkirinan ENKSê datîne ber bijardeyên dijwar ku em naxwazin serî lê bidin.

Di daxuyaniyekê de ku roja 18ê Tîrmehê hate weşandin, Encûmena Niştimanî ya Kurdî kampaniya girtinan şermezar kir, û tekez kir ku ew armanc jê têkbirina danûstandinên hêvîdar,  ku ji nû ve de destpêbikina danûstandinan destnîşan hatibû kirin , û geşbîniya gelê me derbarê gihîştina rêkeftinek ku dê helwesta Kurd bibe yek di vê qonaxa girîng, û nixamdina rewşa gendelî û nerazîbûna gel ji encama rewşa xirab a jiyanê.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

Konê şîna pakrewanê Pêşmerge Îslamî Osman li Qamişlo hate danîn

Îro roja pêncşemê 16ê Rêzbera 2021″an, li bajarê Qamişlo konê şîna pakrewanê pêşmerge ” Îsmaîl …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *