المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Pênc sal li ser teqîna Qamişlo a li Taxa Xerbî ve derbas dibe..

0 106

Hêvî Delî 

Her sal wek îro bi dilekî xemgîn çîroka şehîdên teqîna Qamişlo tê bi bîr anîn û xwîna wan bi tîpên zêrîn di dilê her mirovekî de zindî hatiye tomarkirin…

 

Ku di 27ê Tîrmeha 2016 an , teqînek bihêz bi rêya kemyonek bombekirî li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hejand û bi dismaleke reş ezmanê Qamişlo tarî kir…

 

Ku di encama vê teqînê de bi dehan kes şehîd ketin û bi sedan birîndar bûn..

 

Û ji ber hêzbûna dengê teqînê xelkên Qamişlo daketin kolanan û dengê qêrîn û hêsrên dayîkan û hewara bavan û giriyê zarokan li nava bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê hate belavkirin û xwîna şehîdan li ser dîwaran hate nivîsandin..

 

Û herwiha li kolana ku teqîn lê rûda ku bi navê kolana azadiyê dihat naskirin ku di destpêka şerê Sûriyê de 2011 an , bi hezaran keç û xortên kurd li pêşiya mizgefta “Qasimo” bi yek dengî banga azadiyê dikirin …

 

Û hêjaya were gotin ku salvegera şehîdan li heman cihê teqînê tê bi bîr anîn û wêneyên wan li ber çavê her mirovekî de dimîne…

Leave A Reply

Your email address will not be published.