المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Li herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde bûne

0 93

Hejmara tûşîbûyên bi veyrûsa Covîd 19 li Herêma Kurdistanê rojane ber bi zêdekirinê ve diçe..

 

Û li gorî wezareta tendirustî ya Herêma Kurdistanê ku ragihandin di 24 demjimêrn derbasbûyî de” 3559 “, pêketeyên nû yên Covîd- 19 hatine tomarkirin ji wan 13 kesan canê xwe ji dest dane ..

 

Û herwiha di vê derbarê hejmara pêketîyan li navçeyên Herêma Kurdistanê ev in:

– 893 li Silêmaniyê.

– 970 li Hewlêrê..

– 1559 li Duhokê.

– 19 li Helebceyê û 88 kes ji Germiyanê ..

 

Û herwiha 14 kesên ku canê xwe ji dest dane ev in.

-5 li Duhokê.

– 6 li Silêmaniyê.

– 1 li Hewlêrê

– 1 li Raperînê ..

 

Û herwiha di derbarî zêdebûna amarên tûşîbûyan bi veyrûsa koronayê bi taybet li bajarê Duhokê îro roja duşemê “26”ê, Cotmehê, wezîrê tendirustîyê ya Herêma Kurdistanê D, Saman Berzancî ” gihîşte Duhokê û kongirekî rojnemavanî li dar xist û têde ragihandin ku dibe tedbîrên zêdetir di rûbirûbûna nexweşiya koronayê de were destnîşankirin.

Û ji ber hejmara tûşîbûyan bi awayekî zêde dibe pêwîste nexweşxaneyên din werin Vekirin û tedbîrên tendirustî werin standin..

 

Û herwiha daxwaz ji welatiyan kir ku tedbîrên pêwîst yên tendirustî û rênmayên xweparastinê di rûbirûbûna veyrûsa koronayê de bigirin…

 

Û herwiha bi vî awayî amarên dawî yê pêketeyan li Herêma Kurdistanê gihiştiya “217565”, ji wan ” 4702″ ji sedema vê nexweşiyê canê xwe ji dest dane û ” 193392″ başbûna…

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.