المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞEWATA ZEVIYAN LI KURDISTANA SÛRIYA LI GUNDEWARÊ DIRBÊSIYÊ BERDEWAME.

0 69

Ev agirê duyemîne  li gundewarê Dirbêsiyê di roja sêşemê 11.6.2019an de yê ku bi zadan dikeve.

Vê carê di navbera gundê Xatûna û Çolbesan de,yê bi ser Bajarokê  Dirbêsiyê ve agir destpêkiriye.

Û xelkên wê herêmê nih agirê sêgira vemirandibûn , qîrîn û hawar ji herêmê hat ku agir dîsa bi zadan ket,  li gorî şopandina peyamnêrê me ji bo sedema agir ev agir ji patozê derketiye.

xwediyê vî zadî Reşîd Xelo ye , xwediyê milkê pir di herêmê de , Lê tiştê herî palkêş ku patoz di nav zadê Reşîd Xelo de yê,ku çinîna genimê wî dikir dema agir ji patozê derketiye û agir bi zad ket,zadê hîn li darbû ketibû rojavayê patozê,û rojhiltî patozê hatibû çinîn.Û di wê demê de berê ba bi aliyê rojhilat ve bû , Ji ber vê yekê zadê Reşîd hinek jê şewitî.

Lê mixabin agir berdewam gir ta 2k mitreyan û agir gihişt zadên cotkarên belengaz yê gundê Çolbesan û zadên şeş cotkaran şewitî û ev navên wan in.(Mihemed Elî Xelef,Hemîd Remo,Mihemed Elî Şêrîn,Ahmed Emînakê. Elî Şêxo û Ahmed Sofî Îsa)

Di der barê vê yekê,
Cotkarekî ji gundê Çolbesan yê ku zadê wî hatibû şewitandin,bi navê Ahmed Sofî Îsa ji peyamnêrê me re anî ziman û got :” Bera bi mal be,û bera ne bi can be ”

Herwiha Ahmed axaftina xwe berdewam kir ku bi alîkariya xelekên herêmê û tîmên vemirandinê agir hat vemirandin û em jî wek gelê TirbeSpyê em ê destên xwe li ber XWEDAYÊ xwe vekin”.

Ji gundên ku Zeviyên wan Şewitîn :

Hemîdiyê , Ferhe , Ferfiyê , Çolbistan , Bişêriyê , Qolan, Hibo ..

hêjaye gotinê ku xelkên herêmê bi hemû temenên xwe zarok,ciwan,kalemêr û jin tevde alîkar dibin ji bo vemirandina agir.Ev tê wateya ku gelê kurd di der barê kar û xebata rast bi yek helwestê kar dikin.Û hemû nerînên cûda dibin yek helwest ji bo vemirandina agir.

M.ELÎ Fetah

Ragihandina ENKSê

Leave A Reply

Your email address will not be published.