المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AGIREKÎ NÛ LI SER RIYA GIŞTÎ YA DI NAVBERA HESEKÊ Û DIRBÊSIYÊ DE RÛ DA…

0 62

Îro danê sibê,di roja sêşemê 11.6.2019an de, li gundewarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûriye li herêma Sêgira,li ser riya giştî ya navbera Hesekê û Dirbêsiyê agir rûda û nêzî 50 donimên zadê genim şewitî û ev zad jî yê cotkarekî bi navê Bavê Kerem û bavê Kerem ji xiristiyanê  herêmê ye.

Di der barê vê yekê, welatiyekî ji wê herêmê bi navê Delîl Ezîz ji peyamnêrê me re anî ziman û got :”Xwediyê zad bi dilkî xemgîn li zadê xwe temaşe dikir , lê  bi alîkariya xelekên herêmê û tîmên vemirandinê agir hat vemirandin û li gorî agahiya agir ji ber riya giştî pêketiye û yê ev kar kiriye ne diyare” .

Hêjaya were gotin ku Ji destpêka çinîna zadan li Kurdistana Sûriye,rojane qîrîn e û hawar e,ji bo agir ku bi zadan dikeve , duho li herêma Aliyan û Derdora Tirbespiyê bû û Îro li Hesekê , ku Welatên Derdor û Rêxistinên Cîhanî bê deng in .

M.ELÎ Fetah

Ragihandina ENKSê

Leave A Reply

Your email address will not be published.