المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hemwelatiyên Kurdistana Sûriyayê kêfxweşiya xwe dane xuyakirin ku Nêçîrvan Barzanî bûye serokê Herêma Kurdistanê..

0 57

Hemwelatiyên bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriyê kêfxweşiya dane xuyakirin bi hilbijartina rêzdar Nêçîrvan Idrîs Berzanî bo seroketiya herêma kurdistanê.

Di vê derbarê de malpera ENKS ê nerînên xelkên Qamişlo şhopand.

M. Remezan Mazûl : ji malpera ENKS ê re wiha got : Îro rojeke dîrokiye li herêma Kurdistanê ku Nêçîrvan Berzanî sûnd xwar bo serokê herêmê û ev yek pêngaveke gelekî baş bû ji miletê kurd re hêviyek pir mezin ji gelê kurd re çêbû di herçar parçê kurdistanê de ku rêbaza Berzanî bi serdikevê.

Û herwiha, M.Ehmed Ebdo, di vê derbarê de wiha got : “Rêzdar Nêçîrvan Berzanî cihê serbilind, serfirazî û şanaziya hemû kurdan e , hilbijartina wî weke serokê kurdistanê hemû hêvî û omîdê kurdan pêve têne girêdan û ez bawerim go ew ê di cihê wan hêviya de be, helbijartina Nêçîrvan Berzanî serkeftin bû ji rêbaza pîroz re, serkeftin ji piroja netewî re serkeftin bû ji nifşê xurtare, Em hêvîdarin ku di van car salê desthilata wî de miletê kurd di hemû parçê kurdistanê bi ser kevê..

Di heman demê de M.Xelid Elî, nerîna xwe da xwuyakirin û got : Rastî ev yek di dîroka kurda de dibe wek nûkirinekê ji partî dîmoqratî re ya li ser rêbaza Berzaniyê nemir di şhopînên, ku bi hezarê Sala Kar û xebatê dikin ji bo doz, maf û azadiya kurda û avakirina Kurdistaneke serbixwe û herwiha berdewam kir gotina xwe ku em hêviya pêşerojek geş û bi aramî û aştî kurd bijîn, û pîroz be li gelê kurd û li rêzdar Nêçîrvan Berzanî hilbijartina wî bo serokatiya Herêma Kurdistanê ..

Û tê zanîn di 28 meha gulanê, 2019 an de parlamentera herêma kurdistanê, rêzdar Nêçîrvan Idrîs Berzanî hilbijartin ji bo serokatiya herêma kurdistanê. Lê di roja 10 ê pûşperê, 2019 an de , merasîma sûndxwarinê ya serokê herêma kurdistanê birêve çû..

Raport :Hêvî Delî
Ragihandina ENKS ê….Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.