المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞEVBUHÊRKEK HELBESTÎ Û XELATKIRINA WÊJEVAN Û HELBESTVANÊN BAJARÊ DIRBÊSIYÊ HAT LI DARXISTIN…

0 93

Di roja çarşemê 20.1.2021ê de, bi vexwendina Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,şevbuhêrkek helbestî û xelatkirina wêjevanan û helbestvanên bajarê Dirbêsiyê hat li darxistin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr .

Herwiha di destpêkê de,helbestvanê navdar Evdalê Amûdê bavê Tarî bi xêr hatina hemû mêvanên beşdar kir û piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

piştre gotina xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê hat pêşkêşkirin ji aliyê serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef , Di derbarê gotina wî de,Spasiya hemû mêvanên beşdar kir li ser beşdarbûna wan.

Û kar û xebata helbestvan û wêjevanên Kurdî nirxand.

Herwiha hejmarek ji wêjevanan û helbestvanên Kurdî hatin xilatkirin ji aliyê encûmena xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya bi ser ENKSê ve.

Herwiha hin helbest jî hatin pêşkêş kirin ji aliyê helbestvanên beşdar yên ku spasname radestî wan bûn.

Helbestvanên ku hatin xilatkirin ev in:
-Helbestvan :Ibrahîm Berces
-Helbestvan: Mahîn Şêxanî
-Helbestvan:Mesûd Dawid
-Helbestvan:Mehmûd Elmela
-Helbestvan:Evdalê Amûdê

Di dawiya de,helbestvan Evdalê Amûdê spasiya hemû beşdarbûyan kir û spasiya encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve,li ser darxistina vê şevbuhêrka pir bi nirx di derbarê rol û bandora helbest û wêjeya kurdî de.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.