المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ:ASAYÎŞA BI SER PYDÊ VE HEJMARE JI PÊŞANDANAN BINÇAVKIRIN.

0 73

Di roja çarşemê 20.1.2021ê de,li Kurdistana Sûriya li bajarê Dirbêsiyê asayîşa bi ser PYDê ve,hejmarek ji pêşandanan  binçavkirin.

Wek tê zanîn ev pêşandan hatibû amedekirin ji aliyê hin ji mamosteyan û xwendekarên bajarê Dirbêsiyê û daxwaza wan ku  serbest berdana mamosteyên ku di roja Sêşema bûrî hatibûn girtin ji aliyê ewlehiyên bi ser PYDê ve.

Li gorî zaniyariyan asayîşa bi ser PYDê ve,êrîşî pêşandanan kir û lêdan li wan kirin û wan binçavkirin.

Û yên hatin binçavkirin ev in :

M.Cîhad Elîko,M.Nîzameddîn Elîko û Roy Elîko kurê mamoste Ebdulhemîd Elîko yê hîn girtiye.

Wek tê zanîn di roja sêşemê 19.1.2021ê de,hêzên Ewlehî yên bi ser PYDê ve,li Kurdistana Sûriya li bajar Dirbêsiyê komek ji mamosteyên resen û pispor yên ku Rêbaza Xwendinê ya rêjîma Sûriya xwendekar perwerde dikirin wan binçavkirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.