المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞEVA BÛRÎ ÊRÎŞ HATE KIRIN SER OFÎSA XWECIHIYA KOBANÊ YA BI SER ENKSÊ VE .

0 68

Di roja Sêşemê 19.1.2021an de, piştî nîvê şevê (bombeyên molotof) hatine avêtin li ser ofîsa encûmena xwecihî ya bajarê Kobanê ya bi ser ENKSê ve .

Li gorî zaniyariyên taybet Şeva  duşemê/Sêşemê , piştî nîvê şevê ,kesên nenas bombeyên molotof û Gulle avêtin ofîsa encûmena xwecihiya bajarê Kobanê ya bi ser ENKSê ve.

û di encama wê de,zerarê madî çêbûn .

Wek tê zanîn,di meha bûrî de,hin ji ofîsên encûmenên xwecihî û  ofîsê partiyên bi ser ENKSê ve,hatibûn êrîşkirin bi şêwê avêtina bombeyên molotof û gullebarankirin  û şewitandinê ji aliyê kesnî nenas û ev karên xerab bi tindî hatibûn şermezar kirin ji aliyê ENKSê û hin partiyên siyasî û aliyên xwedî bandor li ser rewşa kirîza Sûriya bi giştî û ya Kurdî bi taybet.

hêjaye gotinê ku yên van karên xerab dikin di dema danûsitendinên Kurdî de,yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de, tê wateya ev kesên xerab dijî yekrêzî û yekhelwesta Kurdî ne li Kurdistana Sûriya.

Wêne

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.