المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ : KOMEK JI MAMOSTEYÊN RESEN HATINE BINÇAVKIRIN JI ALIYÊ EWLEHIYA BI SER PYD ê VE..

0 70

Îro sibeha di roja sêşemê 19.1.2021ê de,hêzên Ewlehî yên bi ser PYDê ve,li Kurdistana Sûriya li bajar Dirbêsiyê komek ji mamosteyên resen û pispor yên ku Rêbaza Xwendinê ya rêjîma Sûriya xwendekar perwerde dikirin wan binçavkirin.

Di derbarê vê yekê de,welatiyekî ji bajarê Dirbêsiyê navê xwe neda xuyakirin ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:
“Vê sibehê hêzên emnî yên bi ser PYDê ve,bi ser malên ji komek ji mamosteyên bajarê Dirbêsiyê yên resen girtin û wan binçavkirin”.

Herwiha welatî got jî :

“Ev mamoste her yek ji wan pisporê piranşekê ye û korsên taybet vegirbûn ji bo xwendekaran xurt û bihêz bikin û asta navîn û amedeyî perwerde dikirin”.

Li gorî zaniyariyan mamosteyên hatin binçavkirin ji aliyê hêzên bi ser PYDê ve, Rêbaza Xwendinê ya rêjêma Sûriya perwerde didan xwendekarên bajarê Dirbêsiyê.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.