المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serokekî nû û 2 Cêger ji Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo re hatin Helbijartin di Civîneke Awarte de ..

0 74

Îro roja pêncşemê” 15″ ê, cotmeha “2020 ” encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo li ofîsa xwe civînek awarte li darxist û ev yek bi amadebûna serokê karûbarê encûmenên xwecihî M, “Mihsên Tahir ” û M,”Nadiya Doko “û herwiha bi hazirbûna hemû endamên xwecihiyê.

Di destpêkê de M,”Nûredîn Xaşo ” bi xêr hatina wan kir û piştre xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û herwiha di civînê de M, “Mihsên Tahir ” serokê karûbarê encûmenên xwecihî li ser rewşa siyasî û bûyer û pêşveçûnên herî dawî yên siyasî di qada Sûriyê de û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê de gengeşekir.

Û herwiha ji rexekî dî ve M, “Tahir “, anî ziman li ser pêşketinên dawî ji encamên danûstandinên têne kirin di navbera aliyên kurdî de encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de û rola wê ya giring ji bo gihiştina nerîneke hevbeş di yekrêzî û yekhelwesta kurdî.

Û herwiha di derbarî vê civînê de li ser binpêkirinên ji aliyê komên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve têne kirin li derheqê gelê kurd de ji kuştin û revandin û koçberiya milet  anîn ziman..

Û di dawiyê de M,”Mihsên Tahir “Spasiya serok Mesûd Barzanî û serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir li ser piştevaniya we di danûstandinên têne kirin di navbera aliyên kurdî de ji yekrêzî û doza mafê gelê kurd li kurdistana Sûriyê.

Û herwiha di civînê de M,”Nûredîn Xaşo” ji bo serokê encûmena xwecihiya rojhilatî Qamişlo hate hilbijartin û herwiha M,Xoşnav Neso û birêz Mizgîn weku  Cîgirê serok hatin hilbijartin.

Û di dawiya civatê de M,Mihsên Tahir Spasiya hemû endaman kir li ser berdewamiya kar û xebata wan di Encûmena Niştîmanî Kurdî de.

 

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.