المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA PAKREWAN CIWAN ELQUTNA YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ CIVÎNA ASAYÎ YA ŞAXÊN BI SER WÊ VE LI DARXIST..

0 89

Diho di roja pêncşemê 15.10.2020an de,encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,civîna ya asayî ya şaxên bi ser wê ve li darxist.

Herwiha di destpêkê de, xulekek  bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê rawestiyan.

Herwiha piştre serokê xwecihiyê mamoste Eşref Elmele bi xêr hatina hemû endaman kir û rewşa rêxistinî gengeşe kir û tekezî li ser ferehbûna şaxê bajar û gundan kir.

Herwiha cîgerê serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef,rewşa siyasî şirovekir ,

Herwiha bi taybet li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de bi awayekî berfereh rawestiyan,ya di bin çavdêriya Emrîka û bi piştgirtiya serok Mesûd Barzanî de.

Herwiha di dawiya civatê de,bû bi awayekî pirs û bersiv ji aliyê hemû endaman ,di derbarê kar û xebata xwecihiyê de.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.