المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DERMAN LI KURDISTANA SÛRIYA KÊMBÛYE Û NIRXÊ ROJ BI ROJ BIHA DIBE..

0 82

Li gorî zaniyariyan,nêzîkî du heyvan bûye derman li ser herêmên Kurdistana Sûriya qutbûye ji aliyê rêjîma Sûriya.

Ji ber ku hemû riyên derman qutkirine ،

Ji ber vê yekê derman li ser herêmên Kurdistana Sûriya kêmbûye û bi nirxê biha tê firotin ji aliyê dermanxaneyan ve.

Di derbarê vê mijarê de,dermanfiroşekî ji bajarê Dirbêsiyê bi navê Sîpan Sîno ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di destpêkê de hemû riyên ku derman têde derbas dibûn herêmên Kurdistana Sûriya zêdeyî heyv û nîvekê bûye hatine girtin ji aliyê rêjîma Sûriya ve.

Ji ber ku berî ku rêjîma Sûriya van riyan qut bike serê 100 ji rêjeya derman %28 lêreya Sûriye davêt ser nirxê derman ji nirxa dermanî bingeh re,

herwiha dîsa rêjîma Sûriya dixwaze vê rêjeyê zêde bike li gorî agahiyên taybet hege rêjîma Sûriya bihêle derman derbasî herêmên Kurdistana Sûriya bibe wê serê sedeî nêzîkî %40 ji lêreya Sûriya, bavê ser nirxê derman li gorî nirxa bingehîn ji nirxê derman re.

Ev jî dibe cihê nerazîbûnê li cem dermanxaneyan li herêmên Kurdistana Sûriya û em jî neçar dibin ku derman bi nirxê biha bifroşin welatiyan”.

Herwiha Sîno got:

” Ji aliyekî dî jî,hemû embarên dermanan yên herêmên Kurdistana Sûriya di destên çend bazirganiyan de ne, yên xwedî pereyên pir û ji ber vê yekê zordestiyê li hemû dermanxaneyan dikin ,

Wek dema pêwistiya me bi hin coreyên derman heye li gorî ku dimeşe û daxwaz li ser heye,wê demê xwediyên van embarên dermanan daxwaza me nadin me ta hin coreyên dermanê ku dema wan hindik maye ku wê bi dawî bibe û ew derman nema tê bi kar anîn,

divê em li ser wî dermanê em dixwazin bînin û wê zêde bimîne di situyê me de,ji ber ku dema wî hindik dimîne nema tê bi kar anîn û nayê vegerandin.

Ji ber vê yekê, ev jî dibe sedemek ji bo bihabûna nirxê derman”.

Herwiha dermanfiroş got jî :

“Lê dema em wek dermanxaneyan ji xwediyên van embarên dermanan dibêjin çima hûn vî dermanê ku em naxwazin hûn bidin me bê daxwaza me,ew jî ji me re dibêjin dema em jî van dermanan dixwazin ji aliyê rêjîma Sûriya, ew jî divê hûn hin coreyên dermanê dî jî barkin û ew derman jî dema wan hindik têde maye.

Ji ber vê yekê ew dermanê zêde yek di situyê yekî de radike:”

Herwiha Sîno di dawiya gotina xwe de got :

“Berî dema derman zêde dima û dema wî bi dawî dibû,me wek dermanxaneyan ev dermanê zêde vedigerand kargeha dermanan.

Lê anha nema vedigerînin , Ji ber vê yekê em jî wek dermanxaneyan van dermanan bi nirxekî zêde û biha difiroşin nexweşan”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.