المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Semînarek derbarê Koronayê li Kampa Berdereş..

0 63

Rêveberiya tendrustî ya Dihokê, Duho  roja çarşemê” 3 “ê, hezêrana “2020” an, li kampa Berdereş ya paneberên kurdistana Sûriyê li sentera “Siweydo ” semînerek lidarxist di bin navê, “pêşgiriyê ji Veyrosa Koronayê”,


Û herwiha ev yek bi serpirştiya dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û bi hevahingiya encûmena kampê, û di semînerê de komek ji çalakvanên çivaka sivîl yê kampê têde hazirbûn,
Û di dawî de belavok hatin belavkirin, ev yek bi mebesta huşiyariyê derbarî çawaniya xweparastinê û şêwazên çareseriyê di rûbirûbûna nexweşiya Koronayê de.

Û herwiha tê zanîn ku wezareta tendrustî ya Herêma kurdistanê amarên tûşbûyan bi Veyrosa Koronayê di 24 demjimêrên bûrî de ragihand ku “104” haletên nû hatin tomarkirin.

Û herwiha bi vî awayî heya niha hejmara tûşbûyan gihiştiya “851 ” kesî , ji wan” 434 ” başbûn, û” 14 “canê xwe ji dest dan, û herwiha ” 401″ tûşbûyên bi Koronayê di bin çavdêriya tendrustiyê de ne..

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.