المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serok Barzanî pêşwazî li Cîgirê wezîrê Derve yê Rûsiyayê kir …

0 67

Serok ” Mesûd Barzanî” îro roja carşemê 1/12/2021″ li Hewlêrê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsiyayê ” Mîkhaîl Bogdanov ” û şanda pê re kir …

 

Û herwiha di vê hevditinê de her du aliyan mijarên giring ser rewşa deverê gotûbêjkirin, û rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartinên Iraqê anîn ziman..

 

Û ji aliyê xwe ve ” Mîkhaîl Bogdanov” tekez kir ku Herêma Kurdistanê roleke mezin li Îraqê heye û bingeheke ji aramiyê herêmê re …

 

Û her di vê hevdîtinê de metirsiya terorê ser aramiya herêmê hate behiskirin û di vê derbarê de her du alî hevnêrîn bûn ku pêwîsta sedemên derketina êrîşên terorê werin jinavbirin..

 

Û herwiha rewşa Rojavayê kurdistanê mijarak din bû ji vê hevdîtinê de ku serok ” Berzanê” nêrîn û fikarên xwe yên ji bo pêşaroja gelê kurd li Kurdistana Sûriyê gihandin vê şandê  ..

 

Û herwiha di dawiya vê hevdîtinê de Cîgirê wezîrê derve yê Rûsiyayê ser têkêliyên dîrokî yên di navbera gelê kurd û gelê Rûsiyayê de behis kir , û rola Dîrokî ya malbata Barzanî di pêşxistina têkiliyan de bilind nirxand û daxwaz kir ku peywendiyên welatê wî li gel Herêma Kurdistanê geştir bibe …

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî , Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.