المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NIVÎSGEHA JIN Û ZAROKATIYÊ YA ENKSÊ SEMÎNAREK BI SERNAVÊ :TUNDÛTÛJIYA SIYASÎ LI DIJÎ JINÊ LIDARXISTIN.

0 116

Li ser vexwendina Nivîsgeha Jin û Zarokatiyê ya ENKSê , di roja sêşemê 30.11.2021ê de, li navenda PDK-Sê li bajarê Qamişlo, li Kurdistana Sûrîyê semînarek diyalogê bi sernavê: Tûndiya Siyasî dijî Jinê hate lidarxistin .

 

Di derbarê naveroka vê semînarê de, berpirsa ofîsa Jin û Zarokatiyê ya ENKSê, Xanim Ariya Cum’a, ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

 

“Wek tê zanîn, di destpêka boneya Roja cîhanî ya jinê, em wek Nivîsgeha Jin û Zarokatiyê ya bi ser ENKSê ve, di vê salê de, bi kampaniyek di çend rojan de, çalakiyan li darxînin, mîna van semîneran, armanc ji van çalakiyan re, ku hemû xalên li ser bên gengeşe kirin di derbarê mijaran de, em ê sûdê jê bikin ta hemû xalên astengiyê çareserî jê re bê dîtin li ser bingeha hemû nerînên beşdaran bi awayekî zelalmendî”.

 

Herwiha xanim Ariya got:

 

“Yên di vê semînarê de, beşdar bûn a ku bi awayekî diyalogê bû, kesayetên rewşenbîr û serbixwe, berpirsên partiyên siyasî û nûnerên civaka sivîl.

Û mijar jî li ser tûndiya siyasî li dijî jinê bû, ji ber ku ev yek bandorê li vîn û şiyana wê dike ji bo beşdarbûna wê di jiyana siyasî de, û ev tundûtûjî binpêkirina mafên mirovan e.

 

Herwiha xanim Ariya got jî:

 

“Di derbarê mijarê de, xalnî girîng hatin gengeşekirin, ji aliyê beşdarbûyan ve, rewşa jinê ya aborî û girêdana wê bi rewşa siyasî ve, ku divê jin di rewşa aborî de, azad be ta bikaribe bi awayekî serkeftî derbasî jiyan Siyasî bibe.

 

Û ji aliyekî din ve, rewşa jinê ya civakî û girêdan wê, bi rewşa sîyasî ve, bi awayekî zelalmendî ji aliyê beşdaran ve, hat gengeşe kirin, û têde hat diyarkirin, ku divê jin ji aliyê mêr, malbat û civakê de, azad be, û bi taybet divê zilam piştgir be ji jinê re ,ta karibe azadiya xwe ji malbatê û civakê bike, ji bo bi awayekî serbestî derbasî jiyana siyasî bibe”.

Herwiha Xanim Ariya got:

“Ji aliyekî din ve, hat gengeş kirin ku

di nav civaka sivîl de, weke partî, rêxistin û sendîkayan jî, di vê tekeziyê li ser wekhevîya rasteqîn e di navbera jin û mêr de bikin, ta jin bi awayekî serfiraz û rasteqîn e bighê asta rêveberî û berpirsiyariya biryarên sereke di mijaran de.

 

Û ji aliyekî din ve, hat diyar kirin ku divê jin di rewşa çandî û rewşenbîriyê de, xwe pêşbixe û bi gavnî giring rabe, ta bikribe bi awayekî hêsan û azdî jiyan xweyî siyasî berdewam bike û roleke wê yî sereke hebe di karê siyasî de”.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.