المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJHILAT YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 76

Encûmena Xwecihî ya Rojhilat li Hesekê ya bi ser ENKSê ve, di roja çarşemê, 30.11.2021ê de, li Hesekê civîna xwe ya asayî li dar xist.

Civîn bi kêlîkek bêdeng ji bo rêzgirtinê ji  giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

 

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora hatibû ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû, û tekez kirin li ser pabendî bûna civatan.

Herwiha Ji aliyê siyasî ve,xwecihiyê geşedanên dawîn ên rewşa siyasî li Sûriyê û Kurdistana Sûrî gotûbêj kirin.

Herwiha xwecihiyê, bi tundî kef û binpêkirinên di derheqê malbatên pêşmergên Roj li Kurdistana Sûrî ji aliyê Istixbaratê bi ser PYDê ve şermezar kirin.

Û civat bi awayekî berfire revandina zarokên temen biçûk ji aliyê rêxistina Ciwanên Şoreş ên bi ser PYDê ve, gengeşe kirin û bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku ev kiryarên xerab dikevin xizmeta dijminên Kurdan, û dijî yekhelwest û yekrêziya kurdî ye.

 

Wek tê zanîn du xwecihî li bajarê Hesekê h ene yên bi ser ENKSê ve, ya Rojava û Rojhilat.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.