المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Semînerek bi navnîşaniya ” Kurd ji dema damezrandina Sûriyê de”

0 81

Roja yekşemê” 19″ê pûşberê, ofîsa çand û ragihandinê û herwiha ofîsa çalakiyan ya bi ser PDK-SÊ ve, semînarek bi navnîşaniya “Kurd ji dema damezrandina Sûriyê ve ” li ofîsa rojhilatî Qamişlo li dar xist..

 

Û herwiha ev yek bi beşdarbûna endamê komîta navendî M,Nafih EbdEllah ” û herwiha bi hazirbûna hin endamên partî jî …..

 

Û di destpêkê de M,”Hêvî Delî ” bi xêr hatina hemû beşdaran kir.

 

Û piştre xuleke bê dengî rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Û ev semînar ji aliyê Dr,”Mîdiya ” ve hat pêşkêşkirin..

 

Di semînarê de Dr,Mîdiya ” bi awayekî berfireh xalên giring derbarî rol û dîroka kurdan di tevgera siyasî kurdî de li Kurdistana Sûriyê anî ziman..

 

Û herwiha ji rexekî dî ve dîroka Yekemîn partî ku di sala 1957 an hatibû damezrandin û kar û xebata milet di nava partiyan de li Kurdistana Sûriyê gotûbêj kir…

 

 

Û hêjaya were gotin ku ofîsa çand û ragihandinê û herwiha ofîsa çalakiyan ya bi ser PDK-SÊ ve di çalakî û semînaran de di warê siyasî û çandî û civakî de berdewam in….

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.