المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji tevgera ciwanên demokrat pîrozbahiya partiya Gel kir..

0 74

Şandek ji tevgera ciwanên Demokrat bi serokatiya M,Hemza Ismaîl” hevrêzê giştî yê tevgerê ,îro “22”ê, pûşberê, serdana nivîsgeha Partiya Gel ya Kurdistanî- Sûriya li bajarê Qamişlo kirin, bi boneya pêşkêşkirina pîrozbahiyê derbarê ragihandina Yekîtî di navbera her du partiyan de P.Y.D.K-S û P.Y.K.A…

Û herwiha di derbarî vê serdanê de M,”Hemza Ismaîl”, hevrêzê giştî yê tevgerê ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:Derbarî vê Yekîtiya di navbera her du partiyan de pîrozbahiyek germ pêşkêşî wan dikin ser vê gava giring taybet di vê qonaxa hestiyar û zehmet de û herwiha hêviya berdewamiyê û serkeftinê di kar û xebata wan ku têkeve di bin berjewendiya netewîya kurdî de…

Û herwiha tê zanîn ku di ” 14″ ê ,vê mehê de, di civateke berfireh de ku li bajarê Qamişlo hat lidarxistin û têde her du partiyên beşdar ” Partiya Yekîtiya Demokrata kurd li Sûriya û partiya Yekîtiya Kurdistanî ya Azad ” ,ji bo ragihandina Yekîtiya tevlîbûnê di navbera her du partiyan de di bin navê ” Partiya Gel ya Kurdistanî- Sûriya “, û herwiha têde M,Ebdulsemed Xelef Biro” wekî sekreterê vê partiyê hat hilbijartin û M,” Hejar Elî” wekî cîgirê sekreter hat hilbijartin..

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.