المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ZEVIYÊN KURDISTANA SÛRIYA TÊN ŞEWITANDIN,JI ALIYÊ KOMÊN ÇEKDAR YÊN BI SER TIRKIYA VE Û CÎHAN BÊ DENG E..

0 78

Li gorî zaniyariyan û şopandina nûçegehanê me di derbarê şewata zeviyên cotkaran li herêma Kurdistana Sûriye de,ji destpêka paleya geniman û cehan de, ya sala 2019an bi hezarên doniman ji zeviyên cotkaran li herêmên Kurdistana Sûriye hatin şewitandin ji aliyên ne xêrxwazan.

Lê îsal dîsa ji destpêka paleya genim û ceh , şkere û li ber çavan zeviyên cotkarên  tên şewitandin ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve.

Li gorî zaniyariyan bi taybet herêmên di bin destê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve , Bi taybet gundewarê bajarê Til Temir û bajarê Ebû Rasên wek tên nasîn bi xeta Zirganê , Wek van gundan : (Reşêdiyê , Qasimiyê , Mişêfa , Menax û Dawidiya Mele Selman …

herwih yên bi ser bajarê Til Temir ve ,  Û wek gundê Im hermela,Til Hermel,Bab Elxêr,Dade Ebdal,Xedrawî,Im Eşba Bab Elferec û Esediyê yên bi ser bajarê Ebû Rasên ve)
Bi hezarên doniman ji zeviyên cotkarên van gundan hatin şewitandin.

Herwiha li gorî agahiyên taybet,dema zeviyên gundê Esediyê hatin şewitandin , Di encama wê de du kes bi sedema agir hatin şewitandin û jiyana xwe ji dest dan.

Hêjaye gotinê ku bi hezarên doniman ji zeviyên  Kurdistana Sûriye tên şewitandin,ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve,û civaka navdewletî wek hercar bê deng dimîne li ser karên xerab yên komên Çekdar bi serê xelkên resen dikin li herêmên Kurdistana Sûriye.

Wek tê zanîn xelkên herêmê bêtir debara û jêderê Abûriya wan ku jiyana wan li ser wê ye çandinî ye ,  Heger ev karên xerab berdewam bibe ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve Û civak navdewletî bê deng bimîne ev cihê metirsiyê ye li cem xelkên herêmê yên resen ji ber ku ev tê wateya nameyek bi navê koçberbûna xelkên ku mane li ser xaka xwe.

Li gorî çavkaniyên taybet komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve bi hemû şêweyên xerab di derheqê xelkên resen yên herêmên Kurdistana Sûriye radibin.

Û wek tê zanîn dema ku li ber çavan bi hezarên doniman ji zeviyên cotkaran dişewitînin ev tê wateya ku bi hemû karên xerab di derheqê xelkên resen de radibin yên bi dizî û ne li ber çavan.

Di heman demê de jî tevgera kurdî bi taybet ENKSê daxwaz kiriye û daxwaz dike ji civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan ku sînorekî ji van karên xerab Deynin yên komên Çekdar bê radibin û van komên terorîst ji Kurdistana Sûriye derxin û rêveberiya herêmê radestî xelkê wê yên sivîl bikin ta aramî û jiyan lê peyda bibe.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.