المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SEKRETÊRÊ PARTIYA NIŞTIMANÎ YA DEMOKRAT A KURD LI SÛRIYÊ SERDANA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ KIR.

0 85

Di roja çarşem 6.7.2022an de, birêz Tahir Sifûk sekretêrê Partiya Niştimanî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê serdana baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Hewlerê kir.

Û ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve, hat pêşwazîkirin.

 

Herwiha di vê hevdîtinê de,gotûbêj li ser rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî û çawaniya pêşxistina karê Encûmenê hatin kirin.

Herwiha bi dirêjî behsa kêşeyên li pêşiya karê Encûmena Niştimanî û çawaniya pêşxistina Encûmenê bi baştirîn şêwe hate kirin.

Û tekezî li ser karê saziyan û nûjenkirina saziyên encûmenê û rola wan ya bibandor û çawaniya bikaranîna şert û mercên guncaw û rola encûmenê di warê neteweyî û navdewletî de ji bo bidestve anîna daxwazên dadperwerane yên kurdan di derbarê çareseriyên dawî de,li Sûriyê hat kirin. di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de.

 

Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.