المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BIRÛSKA SERSAXIYÊ JI ENCÛMENA XWECIHÎ YA DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ DERBARÊ KOÇBARKIRINA “MIHEMED SALIH MELE ELÎ “

0 152

Bi navê Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve.

Malbata AL MELE ELÎ ya rêzdar.

Birayên rahmetî û zariyên wî yên rêzdar, û hemû xizmên wî û gundê Hepo.

Bi dilkî xemgîn me nûçeyeke xemgîn bihîst ku Birêz “Mihemed Salih Mele Elî”bavê Ronî, li bajarê Hesekê koça dawî kir.

Wek tê zanîn bavê Ronî kesayetekî civaknas, niştimanî, kurdperwer û stûna malbata xwe bû û ji malbatek welatparêz û navdar e.

Bi vê boneya xemgîn, em sersaxiyê ji tevahiya malbata Al Mele Elî yên hindir û dervî welat re dixwezin.

Û hêvîdarin ji YEZDANÊ dilovan wî bi dilovaniya xwe şad bike û bila serê malbatê sax be, û bihne firebûnê û aramiyê bide wan û cihê wî bihuşta rengîn be.

Kurdistana Sûrî.

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve.

(Encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna)

 

7.7.2022z

Leave A Reply

Your email address will not be published.