المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ PÊŞWAZIYA ŞANDEKE RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL -KURDISTANA SÛRIYÊ KIR.

0 68

Di roja Çarşemê 6.7.2022an de, Şandeke Komîteya Pêwendiyan a Fedrason a rêxistinên Civaka Sivîl – Kurdistana Sûriyê, bi serokatiya birêz Silêman Mihemed Kero, serdana baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Hewlêrê kir.

Şande ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve, hatin pêşwazîkirin

Herwiha Her du aliyan behsa rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî û pêşhatên dawî yên li navçeyê kirin.

Û ji aliyekî din ve,di hevdîtinê de,behsa çawaniya hevkarî û hevahengiyê di navbera Rêxistinên Civaka Sivîl de,û nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê kirin.

 

Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.