المجلس الوطني الكوردي في سوريا

sê mûşek di navbera Kewirgosk û nahiya Rizgarî de ketin xwarê.

0 72

Îro roja çarşemê danê êvarî ,3 mûşek li nêzîkî komelgeha Kewirgosk li Hewlêrê ketin xwarê…

Û herwiha li gorî daxuyaniya Dijî terora Herêma kurdistanê tekez kiriye ku îro roja çarşemê 6ê Nîsanê di danê êvarî de 3 mûşek li nêzî komeleya Gewirgoskê ketin xwarê û di encama van mûşekan de ti ziyan negihîştiye ti kesî ..

Û herwiha di derbarê vê bûyerê de Dijî terora Herêma kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têde ragihandin ku Sê mûşek ji devera Hemdaniye ya li mîhwerê Xazir hatine avêtin êrîşî ser Hewlêrê hatiye kirin ,

Ew jî ku li nêzîkî komelgeha Kewirgosk û zêya mezin ,li nêzîkî rafîneriya petrolê ketine xwarê û ti ziyanên canê û madî li peyî vê êrîşê nebûye…

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.