Home / Breaking news / ZIRGAN: ZANIYARIYÊN HERÎ DAWÎ LI SER TOPBARANKIRINA DEVRÊ JI ALIYÊ TIRKIYA Û ÇETEYÊN BI SER WÊ VE ..

ZIRGAN: ZANIYARIYÊN HERÎ DAWÎ LI SER TOPBARANKIRINA DEVRÊ JI ALIYÊ TIRKIYA Û ÇETEYÊN BI SER WÊ VE ..

Li gorî zaniyariyan û çavkaniyên xwecihî, berdewam e ku bajarokê Ebû Rasên û gundewarê wê tên topbarankirin bi çekên giran, ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.

Di derbarê vê yekê de,çavkaniyekî taybet ji devera Zirganê, ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:

“Wek tê zanîn bi taybet di vê dema dawî de,devera Zirganê her ji demekê tê topbarankirin bi çekên giran, ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.Û di encama wan topbarankirinan de, zîyanên mezin gihiştibû nişteciyên vê deverê. Ji ber vê yekê rewşa xelkê devera zirgan bi giştî ketiye metirsiyê û liv û tevgera xelkê pir lawaz dibe”.

Herwiha cavkaniyê xwecihî got:

“Ji ber topbaranên li pey hev , bi dehên xaniyan hatin wêran kirin,û kuştin û birîndar jî çêbûn û nişteciyên vê devera Zirganê koçber dibin,ji ber ku aramî nemaye û xelk bê hêvî bûne ji çareseriya kirîza Sûrî bi giştî “.

Herwiha çavkaniyê taybet got jî:

” bi hatina heyva Remezanê xelkên Ebû Rasên liv û tevgera wan li bazara Ebû Rasên baş bibû, tevî ku nirxên pêdiviyên jiyanê û bi taybet pêwîstiyên ji bo heyva Rojiyê,pir bihabûne.Lê mixabin di roja yekşemê 3.4.2022an de,careke din Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve bajarokê Ebû Rasên û gundewarê wê bi çekên giran topbaran kirin bi taybet taxa rojava û ya başûrê Ebû Rasên û ziyanî mezin gihişt nişteciyên herêmê û xelik dîsa ji malên xwe derketin”.

Herwiha çavkaniyekî din jî ,ji devera Zirganê, ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:

“Di roja duşemê 4.4.2022an de,berî fitara bi katijmêrekê du moşek hatin avêtin nêzî Mizkefta Ebû Rasên ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve”.

Wek tê zanîn, li gorî zaniyariyan di êvara roja Çarşemê 5.1.2022an de,gundê Rebî’ata rojhilat û Til Werd a rojhilat bi çekên giran hatibûn topbaran kirin

Herwiha di êvara Sêşemê,21.12.2021ê de, li Ebû Rasîn, 10 xanî wêran bibûn,û du kes li gundê Esediyê hatin kuştin û dayikek û keçek xwe li gundê Rebî’ata rojava hatin kuştin û 3ê kesên din birîndar bibûn.

Û di êvara roja Çarşemê 22.12.2021ê de, li taxa Ebû Rasîn a rojava 3 xaniyên welatiyan hatin topbarankirin, Rebî’ata rojhilat û Rebî’ata rojava, Til Werd a rojhilat û rojava ,û Benacê hatibûn bombebarankirin, topek li malekê li bencê bi navê Mizer Elesaf ket ku di encamê de Esaf û kurê wî jî sivik birîndar bibû.

Û gundê Im MiHermela û Dada Abdal hatibûn bombekirin, birîndar bûn, mal hatin hilweşandin, ji ber vê yekê xelk koçber bûn.

Hêjaye gotinê ku di hema demê de jî, nişteçiyên Zirganê gazinan dikin ji civaka navdewletî û bi taybet her du welatên xwedî hêz ( Emrîka û Rûsyayê ) divê ku bi rola xwe rabin û çareseriyekê ji vê rewşê re bibînin û ew rêkeftinên bi Tirkiya re cîbicî bikin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

About ferhad Şêxo

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.