المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SALVEGERA”18 “EMÎN YA PAKREWAN “FERHAD SEBRÎ ” LI QAMIŞLO HAT VEJANDIN…

0 94

Îro roja înê 8ê Nîsana 2022an, salvegera 18emîn a şehîdbûna ” Ferhad Sebrî” ji aliyê encûmenên xwecihiyên Qamişlo ve hate bi bîranîn bi serdanda gora wî li goristana Mehmeqeya, li bakurî bajarê Qamişlo ….

Û herwiha ev yek bi amadebûna hejmarek ji xelkê û bi hazirbûna encûmena niştîmanî û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên rewşenbîr û rêxistinên sivîlan …

Û di destpêkê de xulek bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Û herwiha M,Muhsin Tahir ” Serokê ofîsa karûbarên encûmenên xwecihiyan gotina malbata şehîd pêşkêşkir û têde ser rola şehîd Ferhad di raperîna Qamişlo de û xizmeta wî di ber xak û miletê xwe de û herwiha berdewam kir gotina xwe ku Şehîd Ferhad xwedan karîzmayeke kurdayatî bû û ji malbatake niştîmanperwer bû û kar û xebata xwe ser rêbaza Barzaniyê nemir de dikin anî ziman…

Û pişrte gotina Encûmena niştîmaniya kurd li Sûriya ji aliyê M,Mihemed Sedîq serokê xwecihiya rojhilatî Qamişlo ve hate xwendin û têde bi giştî ser rola şehîd Ferhad û xebata wî ya kurdayetî û niştîmanperwerî de anî ziman..

Û herwiha di derbarê vê salvegerê ronahiyek li ser xebata şehîdî ” Ferhad Sebrî” şehîdê raperîna serhildana Qamişlo…

Şehîd Ferhad Mihemed Sebrî ” , ku ji dayîkbûna sala “1975” an, li Taxa “Qenat Elswês ” a bajarê Qamişlo, şehîd “Ferhad “, ji malbateke welatparêz û niştîmanperwer bû, di ciwaniya xwe de tevlî nava refên Partî bû, kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî di tevgera kurdî de dikir, ku beweriya wî bi dibistana rêbaza Barzanî hebû.

Û herwiha dema ku şehîd “Ferhad bi rol û arkê xwe yê neteway û kurdayetî û mirovatî dirabû di veguhastina şehîd û birîndarên ji nexweşxaneyên Qamişlo, lê mixabin şehîd “Ferhad ” ji aliyê rêjîma Be’s ve hat girtin û zindankirin ji bo helwest û mêrxasiya wî ya netewayî.

Û herwiha ji rexekî dî ve her di zindanê de “Ferhad ” rastî Îşkenceyê hat kirin di zindanên rêjîma sûriyê, û ev yek bo sedema ku “Ferhad Mihemed Sebrî ” Jiyana xwe ji dest bide û tevlî nava refên pakrewanên 12 Adarê bibe…

û di roja “8” Nîsanê pakrewan “Ferhad ” li goristana ” Mehmeqeya ” bi xakê hat spartin.

Û herwiha tê zanîn Ku di “12” Avdara “2004” an. di lîstika footbolê de, di navbera Tîma Cîhad a Qamişlo û Tîma Fitiwê ya Dêrezorê, û herwiha alîgirên Tîma Fitiwê bi piştgirtiya rêjîma Be’s êrîşî bi ser welatiyên kurd yên alîgirên Tîma Cîhad kirin.
Û di encama wê êrîşê de li seranserî deverên Kurdistana sûriyê welatiyên kurd derketin xwepêşendanan, lê rêjîmê bi tundî bersiva wan da û bi hezaran kes birîndarbûn û hatin binçavkirin û herwiha bi dihan şehîd ketin.

Lê ev biryarên ku li derheqê kurdan hatin kirin nebû kelem li pêşiya berdewamiya kar û xebata kurdeyatî û netewayî li Kurdistana sûriyê.

Ragihandina ENKSê ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.