المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞAXÊ ÇILAXA YÊ BI SER XWECIHIYA PAKREWAN NISREDÎN BERHIK VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST.

0 75

Di roja çarşemê 23.12.2020an de,şaxê Çilaxa ya bi ser xwecihiya pakrewan Nisredîn Berhik li navenda xwecihiya çilaxa ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li darxistin.

Di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Herwiha bi beşdarbûna serokê encûmenên gundan û nûnerên partiyan
Herwiha Serokê encûmena xwecihî bi xêr hatina beşdarbûyan kir.

Herwiha Serokê xwecihiyê hemû bûyerên siyasî yên nû gengeşe kir û bi taybet bi awayekî berfire hat gengeşekirin li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de û rasteqîna ENKSê ji van danûsitendinan diyar kir ya ku armanc jê yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Kurdistana Sûriya ji bo parastina mafê gelê kurd.

Û tekez kir li ser berdewamiya van danûsitendinan ji bo ew pêlanên dijî wê bi binkevin.

Herwiha serokê xwecihiyê rawestiya li ser rewşa rêxistinî û tekez bû li ser Pabendbûna beşdarbûyan ji civatan re ,

û li ser rewşa aborî û civakî û tenduristî jî hat gengeşekirin ya ku herêm di qonaxek hestiyar de têde derbas dibe.

Û belavkirina nexweşiya veyrûsa korona û bandora bilindbûna nirxê dolar li beramberî lêreya Sûrî û bihabûna nirxên pêdiviyên jiyanê.

Herwiha Serokê xwecihiyê tekez kir li ser giringiya rola encûmenên gundan di vê qonaxa hestiyar de.

Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin,beşdarbûyan gengeşe kirin û li ser pirsên wan hat bersivdan.

Di dawiya civatê de,hemû encûmenên gundan û şaxan hatin spaskirin li ser tevlêbûna çalakiyên xwecihî.

Wek tê zanîn şaxê Çilaxa yek ji her çar şaxê bi ser encûmena xwecihiya pakrewan Nisredîn Berhik ve ye.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.